|
|
|
|
 |
Adı Soyadı: Kerim BAYTAR
Kod Adı: Cemil
Baba Adı: ----
Ana Adı: ----
Doğum yeri ve tarihi: 1956, Derik
Katılım yeri ve tarihi: 1977
Şehadet yeri ve tarihi: 22.09.1984, Spîwyan Köyü / Siirt
Görevi: Gerilla
|
 |
Dîroka Kurdistanê, dîrokeke xwîn, mirin, êş û berxwedanêye. Bi salane, ku gelên vê erdnigariyê li himber dagirkerên hov têdikoşin. Lê mixabin, bi piranî ji ber sedemên hundirîn û pir hindik jî yên derveyî, ev berxwedan û têkoşînan têk çûne. Ev qedera gelê Kurd di salên 70`yî de piçekî hate şkestin, lê ji ber tunebûna rêberekî herçiqas di nava civakê de raperînek û germbûnek çêkiribe jî bi 12`ê Êlonê re ew jî hate bin ax kirin. Di van rojên şoreşgerî gomlegekî ji agir bû, him li derveyî welêt, him li zindana û him jî di nava welêt de yek hereketê berxweda: Ev jî herketa PKK`ê bû. Heta bi roja ku PKK`ê li himber dewletê serîhilda û berxweda, li Kurdistanê ji ber bayê 12`ê Êlonê pelek jî nediliviya û tu kesên ku li Kurdistanê berxwebide jî tune bû. Yên heyî jî newêrîbûn. Yek ji van berxwedêr ên wê demê yê tevgera berxwedanê PKK`ê jî Kerîm Baytar bû. Baytar yek ji wan kesên peyva xwe ya dawiyê, bi fidakirana canê xwe qedandiye ye. Baweriya xwe ya li himber gelên xwe bi kişandina gelek êş û eleman û fidakirina can ê xwe nîşandaye. Vî şehîdî wekî gelek hevalên xwe, tiştên ku dihate gotin di peyvê de nehiştiye û xistiye nava pratîkê û bi vî awayî jî di dilê gel de, xwedî cihekî taybet e. Kerîm Baytar, di sala 1956`an de li Dêrikê ji dayîk dibe. Malbata wî, malbateke xizan û di halê xwe de ye. Kerîm dibistana seretayî û ya navîn li Dêrikê, Lîseyê jî bi rêz ê, Li Amed, Trabzon, Dêrsim û Mêrdînê diqedîne. Piştî qedandina dibistanê dizewice, lê tu zarokên wî tu ne. Kerîm hîn di temenekî ciwan de, di dalên 70`yî de, fikrên şoreşgerî nasdike û li himber van fikran hezkirina wî çêdibê. Di sala 1977`an de, gava li Lîseya mamostetiyê ya Dêrsimê dixwîne, li himber tevgera berxwedanê PKK`ê sempatiya wî çêdibe û bê teredût tevli vê hereketê dibe. Piştre vedigere Dêrikê û li wir têkiliyê xwe yî bi partiyê re hîn bêtir xurt dike û fikrên PKK`ê di nava gel û ciwan ên Dêrikê de belav dike. Mirov dikare bibêje, ji du an jî sê kesên, ku fikrê tevgera Apocî anî Dêrikê, yek jê Kerîm e. Li Dêrikê ew dem tevgerê wekî DDKD, KUK û hwd. xurte û di nava gel de xwedî cihekin. Kerîm û çend hevalên xwe jî, ji bo ku fikrên tevgera xwe di nava gel û bi taybetî jî di nava ciwanan de belav bikin dest bi xebatan dikin û di serî de komîteyeke amadekar ya herêma Dêrikê saz dikin. Piştî demeke pir kin, ev fikrên nû di nava gel û ciwanan de aj dide û hêdî hêdî di nava gel û ciwanan de sempatiyeke mezin li himber "telebeyan" çêdibê. Gel êdî sond û qesendan bi vê tevgerê dixwe û azadiya xwe tê de dibîne. Ji ber van xebatên xwe yê serkeftî Baytar ji aliyê Partiyê ve terfiyî endametiya komiteya herêma Mêrdînê dibe. Li wir jî xebateke pir baş dimeşîne. Piştî ku dagirkeran bilindbûna vê hereketê dît, di meha Êlonê darbeyeke leşkerî çêkir û bi gelemperî Tirkiye lê bi taybetî jî Kurdistan da ber lingê xwe û kaf û kûm kirin. Bi darbeyê re wekî gelek kadroyên PKK`ê Kerîm Baytar jî tevî komek hevalên xwe di sala 1981`an de derbasî qada Lübnan-Filistîn dibe û li wir beşdarî perwerdehiya leşkerî û siyasî dibe. Piştî ku kongreya duyemîn li dar dikeve, ji bo ku biryara kongreyê ya "vegera welêt" di nava gel de belav bike, demekê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dimîne û xebatê xwe li wir dimeşîne. Di heman salê de tevî "komeke propagandaya bi çek" a di bin fermandariya wî de, derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Bi cesaret û baweriya xwe di nava gel de di demeke pir kinde xwe dide hezkirin û toximê fikrê partiyê di nava gelê Botanê de diçîne. Di 22`ê Êlona 1984`an de, ji bo ku pirsgirêkeke di nava gundiyan de çareser bike, diçe gundê Spiwyan ( Girêdayi Dihê -Eruh- ye) û li wir dikeve kemîneke xayînan û şer derdikeve. Di şer de, birîndar dibe, lê tevî vê birîndariya xwe şer didomîne û tevî wî halê xwe, xwe digihîne hevalên xwe û di himbêza hevalên xwe de ew jî wekî bi sedan xortên Kurdistan, tev li karwanê şehîdan dibe. Peyva wî ya dawiyê: Bijî Kurdistan û Bijî PKK`ye.
Turcel Mancel
|
|
 |
Yazar: Turcel Mancel  |
Okuma: 1641 |
Ekleme: 22.07.2006 |
Yazdir |
 |
| |
| [ Geri Dön | Bölgeler ]
Sehiden Agirî Sehiden Akrê Sehiden Amed Sehiden Amediyê Sehiden Ardaxan Sehiden Bedlîs Sehiden Bokan Sehiden Çolemêrg Sehiden Çewlik Sehiden Dêrik Sehiden Dêrsîm Sehiden Dihok Sehiden Dîlok Sehiden Dirbêsî Sehiden Efrîn Sehiden Erzingan Sehiden Erzirom Sehiden Êlih Sehiden Hewlêr Sehiden Kerkuk Sehiden Kirmansah Sehiden Kobanî Sehiden Mahabad Sehiden Meletî Sehiden Meres Sehiden Mêrdîn Sehiden Merîwan Sehiden Mûsil Sehiden Mûs Sehiden Îdir Sehiden Pîransar Sehiden Qamislo Sehiden Qers Sehiden Riha Sehiden Semsûr Sehiden Serdest Sehiden Serêkanî Sehiden Seqez Sehiden Sêrt Sehiden Sêwas Sehiden Silêmanî Sehiden Sine Sehiden Tirbesipî Sehiden Sirnex Sehiden Sîno Sehiden Wan Sehiden Xaneqîn Sehiden Zaxo Sehiden Xarpût Sehiden Ûrmiye Sehiden Kerkûk Sehiden Tirkiye Sehiden Ewropa Sehiden Qafqasya Agri Sehitleri, Diyarbakir Sehitleri, Aradahan Sehitleri, Bitlis Sehitleri, Dersim Sehitleri, Erzincan Sehitleri, Erzurum Sehitleri, Batman Sehitleri, Siirt Sehitleri, Urfa Sehitleri, Sirnak Sehitleri, SIvas Sehitleri, Adiyaman Sehitleri, Adana Sehitleri, Antep Sehitleri, Malatya Sehitleri, MArdin Sehitleri, Hakkari Sehitleri, Semdinli Sehitleri, Harput Sehitleri, Kandil Sehitleri, Gabar Sehitleri, Bagok Sehitleri, Kendal Sehitleri, Cudi Sehitleri
|
|
|
|
| |
|