| Wekî erdnigariya Kurdistanê ya bi bereket, dayikên Kurdistanê jî wisa ne. Çawa ku Kurdistan stûxwar û xemgîn e, dayikên wê jî xemgîn, bi kul û derdin. Dayikên vê xakê mîna vê bihiştê bi bereketin û gelek egîd û qehreman welidandine. Van qehremanên ku, ji bo vî welatî bi dilxweşî û cangorî canên xwe dane zarokên van dayikan e. Ew lehengên ku gelê Kurd ji xewa mirênê şiyar kirin û ber bi zindibûnê ve herikandine, hemû ji van dayikên di xwezayiya xwe de aştixwaz in, welidî ne. Şehîdbûna her Egîdekî agir bi kezeba dayikan dixe û gelek jê bawer nakin ku delaliyên ber dilên wan ber bi jiyana bêdawîbûnê ve meşiya ne û çûne. Yek ji van lehengên ku wekî gelek hevalên xwe agir bi dilên dayikan xist, çavreş û Aferîdê deşta birîndar, rêheval Salih e. Salih di sala 1974`an de li gundê Dêrikê, Qizileyşanê tê cîhanê. Wan salên ku Kurd ji binê betona asîmîlasyon û mêtingeriyê hêdî hêdî xwe rizgar dike, Salih jî hewl dide ku mezin bibe û jiyanê fêr bibe. Malbata Salih malbateke ji aliyê mirovan ji wan tê hezkirin e û qedr û qîmetê wan tê zanîn e. Lê ji bo jiyanê ev têr nake û malbata wî di heman salan de ji ber sedemên aborî ji gund radibin û berê xwe didin Serêkaniyê (Ceylanpınar). Gava malbat ji gund radibe Salih hîn li destê diya xwe ye. Li Serêkaniyê endamên malbatê ji xwe re dixebitin û debara xwe dikin. Malbat ji ber ku di nava civatê de qîmetê xwendinê nayê zanîn Salih heta bi dibistana navîn didine xwendin û pişt re wekî hevsalên xwe ew jî di emrekî biçûk de bi kedê re rûbirû dimîne û di gelek karan de dixebite. Salih mirovekî bêdeng, dilnizm û fedyok e, ji ber vê yekê navbera wî û mirovan her tim xweş e û ji aliyê herkesî ve tê hezkirin. Salih gava hêdî hêdî mezin dibe guhê xwe bera ser topê jî dide û ev daxwaza wî dike ku di taximê sporê yê Serêkaniyê de bileyize. Di aliyakî de Salih him bi topê re eleqedar dibe û di aliyakî de jî ji bo debara malê bike di qehweya birayê xwe de dixebite. Salih di nava malbatê de zarokê heftemîn e, lê malbat giş pê bawer bûn ku rojekê tiştek bibe Salihê wan xwedi bike û nahêle mexdûr bibe. Ji xwe kî çav lê dikeve baweriyê pê tîne û bê tirs pişta xwe dispêre girsbûn û xurtbûna wî jî bi nav û deng bû. Salih qet nezewicîbû, lê ji keçekê hez dikir. Ji ber ku fedyok jî bû newêrîbû biçe evîna xwe ji keçikê re îlan bike. Gava bixwesta keçikê jî bibîne, carê bangî jinbira xwe dike û bi hev re diçin, lê ji ber fedyokbûna xwe çûyîn û hatina wî her tim dibe yek û nikare tiştên di dilê xwe de vala bike. Gava dîrok sala 1990`î nîşan dide, wekî hemû dever û kesên Kurdistanê Salih jî di bin bandora têkoşînê de dimîne û bi pêwana birayê xwe bi partiyê re têkiliyê datîne û ew jî tevlî karwanê xebatkaran dibe. Di nava têkoşînê de gelek barê giran dide ser milê xwe û bi awayekî çalak milîsiyê dike. Di aliyakî de bi şev û roj li gelek dever û cihan ji gerila re parêzgehan çêdikê û di demên vala jî de, bi gerîla re diçe gelek herêman û bi wan re dikeve gelek çalakiyan. Ji ber mêr û mêrxasbûna xwe di demeke kin de, tirsê bera nava dilê neyar û ajanan dide. Di van deman de li Serêkaniyê û Wêranşar beşdarî gelek çalakiyên çekdarî jî dibe û ji gelekan jî xwe bi zorê rizgar dike. Lê tevî vêya serî natewîne û xebatên xwe bê navber berdewam dike. Gava rojnamevan Huseyîn Denîz ji aliyê hizbîqontra ve tê şehîdkirin, di heman şevê de biryarê dide û bi çend hevalên xwe re digire ser navendeke qontra û ji wan çend kesan dikujin. Di heman salê de dîsa tevî komekê digire ser noqteyeke polîsan û bi çekê giran guleyan bi ser wan de dibarîne û di vê êrîşê jî de çend polîsan dikujin. Bi şervanî û pratîkvaniya xwe di demeke kin de pir pêş dikeve û navê wî bi çalakiyan re edî tê bibîranîn. Lê ev rewş zêde dewam nake û ji aliyê hin kesên ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin navê wî tê dayîn û deşîfre dibe. Ew jî qet demê winda nake û bi hevalekî xwe yê bi navê Emer Taş (Pişt re ew jî di şerekî de şehîd dikeve) re beşdarî gerîla dibe. Di nava gerîla de bi giranî li herêma Dêrikê û Wêranşar xebatan dimeşîne û bi giranî jî, ji ber ku di sivîliyê de karê avakirinê kiriye, karê çêkirina parêzgehan dike. Parêzgehên ku ew çêdike hîn jî di nava gerîla de bi saxlembûna xwe tên zanîn. Piştî demekê ku li çiya dimîne ji bo xebatên gel û çalakiyên çekdarî li bajêr bike, vedigere cihê xwe (Wêranşar û Serêkaniyê). Lê di vegerê de, di ketina bajêr de erebeya ku tê de ji aliyê polîsan ve tê sekinandin û polîs nasnameya wî dixwazin, gava xwe xwar dike ku nasnameya xwe ji çente derxe û bide destê polîsan, ji çente demançê derdixe û guleyan bi ser polîsan ve direşîne. Di encama şer de, polîsek tê kuştin û yek jî birîndar dibe. Salih wekî gelek şeran xwe ji vir jî rizgar dike û li nava bajêr dest bi xebatên xwe dike. Di nava Wêranşar û Serêkaniyê de diçe û tê û bîst û çar saetan li ser planên êrîşan difikire û dixebite û van planan geleka bi cih tîne û darbeyeke mezin li dijmin dixe. Lê xiyanet ji wan naqere, rojeke payizê gava li gundê Wêranşar ê bi navê Emsê ne, keseke ji nava wan direve û teslîmî dijmin dibe, leşkeran rast dibe ser gund û ser parêzgeha ku ew û şeş hevalên xwe têde ne. Ew û şeş hevalê xwe bi şev dest pê dikin, heta bi roja din li hember dijmin şer dikin. Ji ber ku li gundekî beriyê ne nikarin birevin jî. Dijminê hov û barbar, dinêre ku nikare serî bi her heft cengawer û lehengên gelê Kurd re derxîne, bi helîqopteran bombeyên agir bi ser her heft egîdan dibarîne û ew dilên pak tevlî karwanên şehîdan dibin. Ji ber bombeyan malbatên ku tên û dixwazin wan teşhîs bikin, bi hovîtiya dijmin re rûbirû dimînin û cenazeyên zarokên xwe, ji ber ku tev şewitîne nasnakin û careke din barbariya dijmin ji nêz ve dibînin. Rêheval Salih! Gelê me qet te ji bîr nake û tê bi qehremanî, dilpakî û mêrxasiya xwe tim di dile me de be. Deşta Wêranşar wê her şev li ser te û şeş fêrisên mîna te bigrî û şînê bigerîne. Zarokên me wê bi qehremanî û destanên lehengiyên we mezin bibin û wê bi ser riya we ya bi şeref de bimeşin. Dayikên me, wê di wan şevên çîk û sayî de, li ser we lorîkên xwe ber bi valahiya ezman ve biqîrin. Wê rûyê xwe ji bo delaliyên ber dilên xwe biqelişînin. Turcel Mancel
|